Encumena Penaberan Serdana Sendîkaya Karkerên Kurdistanê kir

Encumena Penaberan Serdana Sendîkaya Karkerên Kurdistanê kir

Şandeyek ji Desteya Birêveber a Encumena Penaberên Kurd a Rojava-Sûriyê, bi serokatiya Serokê Encumenê (Hozan Efrînî), roja Duşemê bi fermî serdana baregeha Yekîtiya Sendîkayên Karkerên Kurdistanê/ Şaxê Silêmaniyê kirin.

Şanda Encumenê ji aliyê serokê şaxê sendîkayê li bajarê Silêmaniyê Çalak Reûf ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de, mijarên girîng ên derbarê penaberên Kurd ên li parêzgehên Silêmanî û Helebçeyê de hatin gotûbêj kirin, wek pirsgirêkên ku ew di dema karê xwe de pêre rû bi rû dimînin, wekî birîndarîyên têkildarî kar û pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber xweza û şert û mercên dijwar ên kar, û her weha îstismara ku ew ji hêla hin karsazan ve pê re rû bi rû dimînin.

Her weha li ser hevkarî û hemahengiya di navbera Encûmen û Sendîkayê de lihevkirinek hat kirin, ku Encûmen wekî yekane û saziya fermî ya ku nûnertiya hemû penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dike, hat zanîn. Her wiha li hev hatin kirin ku ji bo karkerên penaber civînên hişyariyê werin lidarxistin da ku ji wan re bibe alîkar ku ji rîsk û pirsgirêkên ku ew dema ku li kargeh, şîrket, saziyên geştiyariyê û deverên din dixebitin dûr bisekinin, bi awayekî ku di hemî aliyan de xizmeta xwişk û birayên me yên penaber bike.

Xelat