Encûmen pêşwazî şandeke olî yê penaberên Kurdên Rojava kir
Îro 31/3/2026 li navenda encûmenê li bajarê Silêmaniyê (Hozan Efrîn) serokê encûmenê û Roşîn Serêkanî berpirsa nûnerên encûmenê digel Ridwam Şêxo endamê encûmenê, pêşwazî li şandeyeke mela û zanayên kurdên Rojavayê Kurdistanê kirin.
Di nav şandeya serdankar de mamoste (Mela Ehmed) îmamê kampa Darişkiran, birêz (mela Nasir El-Dîn) îmamê kampa Quştepe û birêz Mihemed ku ji parêzgeha Hesekê li Rojava hatî, ku kaxezên xwe amade dike ji bo kar di warê perwerdehiya olî de li vir bixebite.
Piştî pêşwazîkirinê, her du aliyan rewşa penabean bi giştî, geşedanên li Rojava û penaberên li wir ji herêmên Efrîn û Serêkanî û Girêspî gotûbêj kirin.
Efrînî kêfxweşiya xwe bi vê serdana rêberên olî yên xwedî helwestên netewbûna xwe ya Kurd û erkên xwe yên olî bicîtînin, wekî dibistana Şêx Meşûq Xeznawî û Şêx Murşîd ev cihê dilgeşiyê ne..


Xelat
