Du Pirtûkên Nû yên Helbestvan Husên M. Hebaş
Du pirtûkên nû yên helbestvan Husên Hebaş li Kalkuta/ Hindistanê hatine weşandin. Ya yekem, bi navê "Gulek ji bo Dilê Jiyanê re", ew duzimanî (Îngilîzî û Bengalî) ye.
Wergera zimanê Bengalî ji hêla Dr. Sudipto Chattopadhyay and Bappaditya Roy Biswas ve hatiye kirin. Dizayna bergê ji hêla helbestvana hêja Nandita Samanta ve hatiye çêkirin.
Pirtûk ji hêla (ISISAR, weşanxaneya Lêkolînên Aştiyê/ ISISAR Peace Research Publication) û Hevdîtina Ramanwer û Nivîskarên Aştiyê/ Thinkers’ and Writers’ Peace Meet) ve hatiye weşandin, ya ku ji hêla Dr. Sudipto Chattopadhyay ve tê rêvebirin.
(Wek tê zanîn Bengalî zimanê ku fîlozof û helbestvanê gewre yê Hindî Tagore, xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê, pê nivîsandiye ye).
Pirtûka duyemîn, bi navê "Kevirên li Sirgûnê", bi Îngilîzî ye û ji hêla weşanxaneya "Haoajan" ya navdar li bajarê Kalkuta, ku ji hêla nivîskarê hêja Sarbajit Sarkar ve tê rêvebirin hatiye weşandin.




Xelat
