Dr. Ciwan Hemê: Bo min xelata `BILE` ji ya Nobelê mezintir e

Dr. Ciwan Hemê: Bo min xelata `BILE` ji ya Nobelê mezintir e

Dr. Ciwan Hemê yekemîn pizîşkê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê ye ku xelata zêrîn ya (BILE) werdigre ku piştî serhildana gelên sûriyê ji sala 2011`an ve bi xwebexşî çareseriya welatiyên birîndar û nexweş kiriye û şev û rojên xwe kiriye yek ji bo xizmeta gelê xwe.

Roja sêşemê 23/4/2024 di merasîmeke mezin de li bajarê Silêmaniyê xelata zêrîn ya BILE ji aliyê Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ve pêşkêşî Dr. Ciwan Hemê hate kirin. Ew merasîm jî salane ji aliyê Saziya Îbrahîm Ehmed ve birêve diçe û çendîn kesayetiyên diyar ji hemû parçeyên Kurdistanê tên xelat kirin.

Dr. Ciwan Hemê ji rojnameya "Kurdistanî Nwê" re dibêje: Xelata Zêrîn ya BILE ji bo min gelekî ji ya Oskar û Nobelê giringtir û mezintire çûnkî rewanşad Îbrahîm Ehmed kesayetiyekî bi nav û bang û mezin yê Kurde û li ser rêbaza kurdayetiyê û xweşewîstiyê li kêleka êş û azarên netewa Kurd bûye li her çar parçeyên Kurdistanê.

Dr. Ciwan gotiye jî; "Gotinek heye dibêje daku tu bibe pizîşkekî (doktorekî) baş pêwîste tu şeş salan li zanîngeha beşa pizîşkî bixwîne û nêzîkî 60 pirtûkên taybet di ware pizîşkî de bixwîne û jiber bike, lê eger kurdek bixwaze bibe pizîşk divê êş û azar û nexweşiyên gelê kurd bizane û bixwîne wê demî wê bibe pizîşkekî baş."

Di beşekî din ya axaftina xwe de Dr. Ciwan dibêje: Daxwaza min ewe ku rojekê derfet hebe ez serdana Herêma Kurdistanê bikim, bi taybetî li bajarê Silêmaniyê ez serdana mezarê rewanşad serok Mam Celal, Îbrahîm Ehmed, Mame Rîşe û Şêrko Bêkes bikim, çûnkî piştî wergirtina xelata zêrîn ya BILE erkê min girantir bûye, ev xelat jî nîşana wê yekê ye ku Kurdistan yek parçe ye.

Dr. Ciwan Hemê, di sala 1972 li gundê (Tel`a) ya ser bi parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye , xwendina xwe ya seretayî û navendî û amadeyî li Hesekê temam kiriye di sala 1999 li zanîngeha Helebê beşê pizîşkî xilas kiriye û ji destpêka serhildana gelên sûriyê de li Roavayê Kurdistanê wek xwebexş xizmet kiriye.

 

Eve jî lînka raporta rojnameya Kurdistanî Nwê ye:

https://www.knwe.org/KU/Details/17884

 XELAT