Dîrok û Cihê Şikefta Duderî ya li Çiyayê Kurmênc

Dîrok û Cihê Şikefta Duderî ya li Çiyayê Kurmênc

Şikefta Duderî cihekî dîrokî, kevnarî û şûnwarî ye Şikefta dûderê li ser çiyayê Lêlûn ya herêma Çiyayê Kurmênc ku Efrîn tê naskirinê ye.

Şikefta Duderî li Parêzgeha Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, dîroka wê vedigere 100 hezar sal berî zayînê û hin jêder dibêjin ku dîroka wê vedigere 80 hezar salî. Yek ji girîngtirîn cih li ser asta cîhanê ye, hejmareke şaristanî hatine û çûne.

Di wê şikeftê de hestiyên mirovê Niyandirtal hatin dîtin û derxistin. Sala 1950î de, hin peykerên şûnwarî hatin derxistin, dîroka wan vedigerin 6 hezar sal berî zayînê.

Di sala 1993yan de hestiyên zarokekî ji mirovê Niyandirtal hatin dîtin, ew jî vedigere berî 100 hezar salî.

Wateya navê (Şikefta Duderî ) diyar e, ji ber ku du deriyên wê hene.

Lêkolîner tekez dikin ku dîroka wê ji ya Şikeftê Şaneder ya li devera Bradost ya Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê kevintir e, ku berî 80 hezar salî ye.

Şikefta Duderî yek ji cihên geştiyarî bû, salane bi hezaran kes rû rê dikirin. Piştî dagîrkirina Turkiyê ji Efrînê re, ew cih weke bi sedan cihên din, hatiye paşguhxistin û têkdan.

 Jêdera Wêne û Zanyariyan: Edhem Şêxo, Zekeriya Huserî, Mehdî Kakayî û hin jêderên din.

Zarokê niyandartal yê şikefta Duderî ku ji aliyê lêkolerên Frensî ve hatiye eşkere kirin ku 100 hezar sal berya zayînê li şikefta Duderî jiyan kiriye.

XELAT/ ji rûpela Efrîn bi Kurdî hatiye wergirtin