Ez jî wek te însan im

Helbest: Karîna Osêyan
Dibe ku tu zana yî
Yan jî tu nivîskarî
Serbilind nebe bi xwe
Ji ber ku tu însanî
Dibe ku tu profesorî
Yan jî tu serokî
Her tim bîne bîra xwe
Ku tu jî wek min însanî
Dibe ku hestê min
Naherikin bi awazan
Lê tu min biçûk nebîne
Ez jî wek te însan im
Em herduk jî însan in
Lê hertim zindî namînin
De were em bi hev re
Qîmetê bidine hevdû !
XELAT