Di spîçileya vî bajarê kal de
Helbest: Gulistan Awaz
Di spîçileya vî bajarê kal de
Nav rûpelên rojên diltenik
Ser sîngê daristanên hevdîtinê
Û di bîrdanka demsalan de
Bîranîna te ya her zindî me..
Hilma sibehên biyaniyê
Bi herdu destên ku bihna canê te
Di nav de xewkirî ye, nenî dikim
Û xunava nav porê şevan
Bi destmala hêviyan ziwa dikim..
Li dawiya vê sala çavşil
Şiyar im ez ser balgihê xewnan
Stran û awazên şevînên dawî lê nehatî
Xama pênûsa zimanê evîndaran
Û helbesta şevbuhêrka te me..
Ser lêvên demên miraznedîtî
Çîrokên kenûgirî bi lêv dikim
Di buxçika temenekî porspî
Û di çavên te yên qehwerengî de
Stêrka siberoja te me..
Di pirtûka hebûna te ya herî pîroz de
Destana tevlîhevbûna bihna me
Tîpên navê te bi tiliyên germ dinivîsim
Û di canê eşqa me ya kesk de
Lêdana dilê te sal li pey salê me ez.
Xelat
