Amed beşdarî `Projeya Bajarên Jin-Dost` bû

Amed beşdarî `Projeya Bajarên Jin-Dost` bû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku jin di jiyana bajarî de bi awayekî wekhev, ewle û bi bandor cih bigirin, beşdarî "Projeya Bajarên Jin-Dost III" bû. Di çarçoveya projeyê de bi pêşengiya Hevşaredar Serra Bucak, di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê de protokola hevkariyê hat îmzekirin.

Ev proje, ku bi piştgiriya aborî ya Yekîtiya Ewropayê (YE), bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û bi cîbicîkirina Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) tê meşandin, dê koordînasyona wê ya herêmî ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve bê meşandin.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, di çarçoveya projeyê de protokola hevkariya dualî ya di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê de îmze kir. Bi vê projeyê armanc tê kirin ku jin bi awayekî wekhev beşdarî hemû xizmet û mekanîzmayên biryardayînê yên li bajêr bibin.

Di vê çarçoveyê de, 25 şaredariyên pîlot, di nav de Amed jî heyî, dê bibin pêşengên wekheviya zayendî di asta herêmî de li Tirkiyeyê û bajarên jin-dost ava bikin.

Bajarê Jin-Dost Çi Ye?

Bajarê jin-dost bajarek e ku gihîştina wekhev a jinan ji tenduristî, perwerde, îstîhdam, xizmetên civakî, veguhestin û xanî mîna xizmetên bajarî û mekanîzmayên parastina li dijî şîdetê dabîn dike, û tê de jin di rêveberiyên herêmî de xwedî gotin in. Di van bajaran de jin, bi mêran re di her warê jiyana bajarî de bi awayekî wekhev cih digirin û ji derfetên bajêr bi awayekî wekhev sûd werdigirin.

XELAT/ Malpera Şaredariyê