Amed 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî lidar dixe

Amed 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî lidar dixe

11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ya ku dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di navbera 22’yê Nîsanê û 2’yê Gulanê de bê lidarxistin.

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, îsal 11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi temaya “Ji bo Aştîyê Diyalog” pêk tîne. dê komên şanoyê yên 19 welatan li Amedê bîne cem hev. Di festîvalê de bi giştî 22 lîstik dê bên nîşandan.

Komên şanoyê yên ji gelek welatan wek Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Ukrayna û Ugandayê dê heman sehneyê parve bikin û tevkariyê li danûstandina çandî bikin.

Festîvala ku bi sernavê “Ji bo Aştîyê Diyalog” tê lidarxistin, hêza şanoyê ya di avakirina pira di navbera çandên cihê de, zindîhiştina hafizeya civakî û hilberandina gotinan di demên krîzê de wek navend digire. Bi festîvalê re armanc ew e ku şano wekî zimanekî hevpar, zemîna piştgiriyê û qada hafizeya kolektîf bê xurtkirin.

Xelat/ Malpera Şaredariya Amedê