Daxuyaniya Hevbeş A Yekîtiya Ragihandina Azad û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş weşandin û asta bilind a xîtaba nefretê ya hinek dezgehên çapemeniya Erebî, bi taybet Kanalên Aljazeera, Alarabiya û Alarabiya Alhadath şermezar kirin, ji wan xwestin jî ku pabendê sincên rojnamegeriyê û peymanên navneteweyî bin.
Daxuyaniya hevbeş a Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê wiha ye:
“Di demeke ku xîtaba nefret û handana mezhebî zêde dibe de, ku bûye sîwanek ji êrişên qirkirinê yên sîstematîk ên li dijî pêkhateyên gelên Sûriyê, em Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, bi tundî rola handêr ê hinek saziyên ragihandina Erebî, di serî de Kanala Aljazeera û herdu Kanalên Alarabiya û Alarabiya AlhAdath, digel saziyên fermî û kesayetên bi ser hikûmeta Sûriyê ya veguhêz ve, şermezar dikin ku fîtnê û derewan belav dikin û rasterast teşwîqî şer û komkujiyan dikin, her wiha hişmendiya giştî dixapînin û bi zanebûn tevna pirrengî ya Sûriyê derb dikin.
Em van saziyan hevkarên berovajîkirina bûyeran dibînin, di serî de jî tawanên îro li dijî Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, piştî ku dest ji pîvanên pîşeyî yên herî bingehîn berdan, peymanên sincên rojnamegeriyê binpê kirin û ji ecîngeyên siyasî re bûn amûrên fîtneyê.
Li ser vê bingehê, Em Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê daxwaz dikin ku tavilê gotin û xîtaba nefret û sorkirinê raweste û pabendiya bêalîbûnê were kirin. Her wiha em bang li rojnamevanan dikin ku alîgirî rastî û wijdanê bin û nebin hevkarên komkujiyên li Sûriyê.
Her wiha em ji aliyên têkildar û pispor ên herêmî û navneteweyî, saziyên maf û yasayî dixwazin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û tawanên van kanalan ên sûcên tûjkirin û xîtaba nefertê belge bikin, aşkartan kom bikin û sînordar bikin.
Her wiha em berpirsiyariya dîrokî davêjin ser rojnamevanên bi wan re dixebitin û ji wan dixwazin ku pabendê sicnên pîşeya çapemeniyê û peymanênê navneteweyî bin.
Yekîtiya Ragihanda Azad – YRA – Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê
28 Çile 2026“
Xelat
