9 Nîsanê roja rûxandina dîktetoriyeta Êraqê

Îro roja 9ê Nîsana 2003`an ku wek rojeke dîrokî tê nasandin ku tê de peyker û rijêma dîktetoriyeta Sedam Hisên hate rûxandin.
22 sal berê rijêma Baes a dîktetor bi serpereştiya Amerîkayê bi yekcarî hate rûxandin û hakimê Amerîkayê (Pol Brîmer) serpereştiya demkî ya Êraqê kir û piştre jî encumena desthilatê ya demkî hate damezrandin û yek ji serokên ku serokatiya wê kir serok (Mam Celal) bû, her weha di dawiyê de, piştî destpêkirina hilbijartinan serok Mam Celal Talebanî wek yekemîn serokê Êraqê bi riya demokrasiyetê hate hilbijartin û bû bi serokê Êraqê.
Bi nasnameya pêşmerge û şoreşgerê kurd, ji çiyayên Kurdistanê ber bi koşka selamê ya serokkomartiya Êraqê ve çû, bû bi yekemîn kurd di asta bilind de posta serokê Êraqê bi destanî.
Xelat