ZIMANÊ HEBÛNA MIN
Helbest: Suphîye Bulut
Zimanê dayika min rûhê xweşîyê
Mîna şîrê wê nerm û bi hêvî ye
Di nav lêvên min de dilerize bi şev
Diherike dil û cegeran dibe xweşkêv
Reh û şaxên wê bi hezar salan
Xwe dipêçe li can û laşê min bi xîret
Di dilê min de wekî agirê pîroz
Dibişkuve azadîya hebûna min
Zimanê min, dengê çîyan û daristanan
Bêhnê dide ji axa welatê kevnar û zozanan
Her peyvek wê wekî stiranên berê
Di nav xwîna min de diherike bi şev û rojan
Ew e zimanê ku ez kirim xwedî rûmet
Di şevên tarî de bû ronahî û hîmet
Wekî çemekî bêdawî di nav min de diçe
Hebûna min bi wê tê xurtkirin bi wê heme
Zimanê min mîrateya bav û kalan
Di nav wê de veşartî ye çîrokên hezar salan
Her tîpek wê mîna stûnekî zêrîn
Bilind dike ala hebûna min dike wê nermîn
Di her bêjeyê de dîrok bi min re diaxive
Ji çîrokên qehremanan heta dengê dayikan
Zimanê min wekî kaniya jiyanê bi xwe
Di nav rihê min de dibe şev û rojên teze
Bi te ez dijîm bi te ez heyran im
Zimanê min tu yî bêhna dayika min
Her peyva te mîna zengilekî zêrîn
Heta hulma min a dawî ez ê te biparêzim
Xelat
