TÎRÊJ, PÊL Û RONAHÎ
Helbestvan û Nivîskar: Merwan Berekat
Komek ji xewnên dizek li pêş deriyê şevê konekî bêreng vedane, dixwezin meraqên sibeha hilmnazik bavêjin nav agirê demeke ku ji xewnereşkan perçifî...
Pêjnên kînfiroşan hene
Ez rûniştî me
Ez hişyar im
Bi wateya peyvan dilîzim
Helbesteke mêjok xwe ragirtiye
Tîrêj
Tîrêj
Tîrêj bêsemt diçêwirin
Li ser maseyeke kenarşikestî piyalek mey bi ser kenê nameyeke nexwendî de hol dibe û hawara sêwîtiya hestan dike
Ez û xwe çavdêrên bêdengiyê ne
Carinan em dibin çar
Di valahiya bêdengiyê de dibin straneke dîn
Dem lal diherike
Li dûr birûsk dijenin
Na, ne dûr in
Rev pêjinên tarîfiroşan dibezînin
Rê revê dadiqurtînin
Agir, ne tenê nîşana şewitandinê ye
Ronahî
Ronahî
Ronahî
Rûxandina peykerên pîrhebokan e
Demine bi nepîrçek hemêza xwe ya zer û sor ji werzên ducanî re vekirine, avsûna xwe ya reş û jehrdar bi ser lêvên roj û şevan de dirijîne...
Kew pir in
Hawar ne hindik in
Baran ranewestiye
Li aliyekî dîlan e
Dengê girî neketiye
Keskesoreke çarserî digere
Çiya ronîdar in
Kelayên tariyê li ber herifandinê ne
Pêl
Pêl
Pêl
Welat stranên negotî dimêjîne
Sibeh
Sibeh
Sibeh
Mizgîniya sirûdên baranê ye
Qamîşlê: 17. 10. 2024
XELAT
