SIBEROJA DUCANÎ

Helbestvan: Merwan Berekat
Li Zeytûnistana axpîroz
Li wan çiyayên ji dengê Xweda bilindtir
Li wê dureya makjiyanê
Li wan gelî û newalên dilgerim
Li wan sirt û mitên rûnêrgizî
Li nav wan zinar û hîmên wekî bapîrên me sert
Di nav lêvên wan berqefên çavxewnekirî de
Di zikê wan şikeftên derîvekirî de
Di hemêza wan daristanên bêhnsurûştî de
Li wan şûnewarên payî û nemir
Li tenişt kaniyên ku xewnên xwezayê dimêjînin
Hilma giyanê jinxwes û mêrxwesan
Dibe keskesora siberojeke ducanî
Berê wê azadî û azadî ye
Efrîn: 16. 12. 2023
XELAT