WELATO

WELATO

Helbest: Hinara Tajdîn

 

WELATO

Bi av xwîna şehîdan,

Şînbûn gulên me kurdan,

Bi dilkovan bûn destan

Disojînin dil, cergan.

Ez bibama ça teyrek,

Bikra dinê min gerek,

Hilda xezay hêz, wêrek

Hemêz kira min carek.

Biçama li bakûrê,

Mêvanê çîyay Agîrê,

Mûş, Wan, Qersê, Îdirê

Girava Ax Tamarê.

Rêketama çîyay  şêra,

Bokeberan, xweş mêra,

Li meskenê xêr, bêra

Kerrbe dengê şûr, kêra.

Pêjberî min başûre,

Wir diştrên  şarûre,

Birîna min pirr kûre

Cûr bi cûre, xedare.

Rojhilat û rojava,

Cot stêyrin nav şeva,

Pîrozîne ser lêva

Çîyay Cûdîne ber çava.

Îro roja mêrane,

Egît, mêrxas, şêrane,

Em kurd hemî birane

Barê me pir girane.

Rabin, himberî dijmin,

Qutkin zendên wan hovan,

Azakin em KURDISTAN

Bikin buhuşt, gulistan.

Bi av xwîna şehîdan,

Şînbûn gulên me kurdan,

Bi dilkovan bûn destan

Disojînin dil, cergan.

 

Xelat