Hunermendê Kurd yê Navdar `Miçoyê Kolikî` Koça Dawî Kir
Hunermendê Kurd yê navdar Miçoyê Kolikî ku bi (Kahtali Miçê) jî dihat naskirin û navê wî yê rastî (Mistafa Aslan) bû, li nexweşxaneyeke Antalyayê îro 15/2/2025 koça dawî kir.
Miçoyê Kolikî yan (Kahtali Miçê) sala 1953an li navçeya Kolikê yê bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, ji 17 saliya xwe ve li Semsûr, Dîlok, Stenbol û Rihayê stranên gelêrî gotine.
Sala 1980 ji ber ku bi Kurdî stran gotin hate girtin. Miçoyê Kolikî bi stranên xwe kete dilê gelê Kurd û di nava Turkan de jî dihate hezkirin..
Bi navê stafa Xelatê em serxweşiya malbata wî û gelê Kurd dikin.
XELAT
