Salvegera 25mîn a koça dawî ya Ehmed Kaya

Salvegera 25mîn a koça dawî ya Ehmed Kaya

25 sal berê, stêrkek ji ezmana hunera kurdî rijiya ku hunermendê mezin ê kurd împeretorê bi navûbang Ehmed Kaye koça dawî kiribû.

Ehmed Kaya (28'ê kewçêrê, 1957 li Meletiyê  hatiye dinê û 16'ê sermawezê 2000 li Parîsê koça dawî kir), hunermendekî kurd e ku wekî gelek hunermendên nifşa wî stranên xwe bi tirkî digotin, lê wek împeretorê hunerê dihate nasîn.

Jiyana wî ya di xerîbiyê de di tenebûnê de derbas bû, ji ber ku ew, di şeva wergirtirtina xelata baştirîn hunermendê welêt de bi carekê ve xayînê welêt hatibû ragihandin û bi awayeke nepayî ji warê xwe hatibû qewitandin.

Lê dîsa jî li hemberî ew ezmûnê tijî êş û birînê, hêviya xwe hebû ku rojekê vegere welatê xwe. Her weha ji bona guhdarvanên xwe,  soza vegera digel albumeke nu ê dabûbû. Mixabin, him album him jî ew klîba kurdî ya ku qalê kiribû piştî koça dawî ya wî derketin.

Di jiyana xwe ya xerîbiyê de civata kurd bû rêhevalê wî. Her çiqas Tirkiyê ew qewitandibin jî, li xerîbiyê gelê kurd xwest li Ehmed Kaya xwedî derkeve. Kurdên Ewropayê wî bi himbêzên vekirî, bi germahiya welêt pêşwazî kirin. Êdî gelê kurd di çarçoveya mîhrîcanên xwe de rastî Ehmed Kaya dihatin û bi dilgermî guhdarî wî dikirin. Ehmed Kaya ji nişka ve bû sinbila trajediya gelê kurd.

Hevpeyvîna wî ya herî dawî li ser ekranê MEDYA TV hat weşandin. êdî ew demokratê westiyayî ku di strana xwe ya 'Yorgun Demokrat' de behsê kiribû.

Hê salek derbas nebû, di sala 2000'an de hunermendê mezn ê kurd Ehmed Kaya ji ber celteya dilê lê da û çavên xwe ji jiyanê re girt. Termê wî li goristana Père Lachaise li nêzî gora Yilmaz Guney hat binax kirin.

Xelat