HÊVÎ

Helbestvan: Suphîye Bulut
HÊVÎ
Roja kilîta hêvîyên min
Avêtin deryaya bê binî
Pêlên hêsirên çavên min
Ez berdam nav pêlên reş
Min ji afirandinên derya yê pirsî
Ka kilîta hêvîyên min li ku ye
Gotin bi çengelê masîgirekî ve
Hatîye girtin û çûye
******
QUNCIK
Ev dinya ewqas mezin
Em tenê têde bê quncik in
Ma ne berî herî gelî
Em xwedî quncik bûn
Me go ey dinya bê edalet
Ka quncika me kurdan
Go mixabin we kurdan
Quncika xwe da mêvanan
Mêvanan xwe li quncika we
Kirin xwedî
Hûn jî li ser axa xwe
Di mala xwe de bûn mêvan
******
DILÊ XWEŞIK
Evîn
Hestek pîroz e
Ne carek
Û
Ne jî biharek e
Dilê
Pak û bedew
Her dem evîndar e
Evîn
Li temen napirse
Û
Ji qedexa natirse
Bê evîn
Wê
Jîn û jiyan
Pûç û vala be
****
XELAT