Rojbûna Jineke Kurd A Şoreşger Û Jêhatî

Rojbûna Jineke Kurd A Şoreşger Û Jêhatî

Nivîs: Hozan Efrînî

Do roja 12-6-2024`an rojbûna jina kurd a şoreşger û jêhata kurd a ser çiya û nav bajaran e. Rojbûna keçka malbata kurd a kurdperwer û ronakbîr e. Keçka çiya û newalên Kurdistanê ye.

Di barê rastiya jêhatbûn û azadiya rasteqîne ya Hêro Xanê de rewanşad serok Mam Celal wiha digot; Hêro Xan xwediya kesayetiyeke cuda bû

Serokê Rewanşad Mam Celal li ser zimanê dost û neyaran û Mam Celal û cihê Hêro Xanê di jiyana wî yê tekoşînî, siyasî û kesayetiyê de çiye.

Ji Pirtûka hevdîtina temen.. Pirsyar û berisv e..

Ji bilî girîbesta hevjîntiyê Hêro ji bo te çi ye..?

Ji bilî ku ew hevjîna mine, ew;

Yekem; Ew wek bijîşkek bi min re ye ku agahdarî rewşa tenduristiya min e wek bijîşkek.

Duyem; Ew şêwermenda min a herî mezxine di gelek karûbaran de, ez bi wê dişêwrim û nerînan bi hev re didin û distînin.

Siyem; Ew malxwe  û xema min a rojene jî pir bi parêzvanî dixwe.

Çarem; Ew dosta min e, ya rastî ew hevala min a tekoşînê ye, kesayetiyeke wê pir cudaheye û kok di nav kesayetiya min de wunda nabe, lewra jî, heya îro jî navê min li xwe nekir, lê her navê xwe  li xwe kirî (Hêro Îbrahîm Ehmed), ne ku (Hêro Talebanî), heya ku em di hinek mijarên siyasî de nakok dibûn, wê riyek digirt û min riyeke din ji xwe re digirt.

Ev rastiya jina şoreşger a azad û serbestnû kîr û jêhatî ye ji ber wê jî emê navê Hêro Xanê di ezmana şîn a wêje û ronakbîriya kurdî de nexiş bikin û wê kok ji bîr ne be.

Rojbûna te pîroz be jina kurd a şoreşger û kîr û jêhatî û xwefiya helwest û kesayetiya Kurdistanî.

 

XELAT