ROJAVA- Şerê Pêkhateyan li Sûriyê

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Kurdistanê (Mihemed Ala) roja yekşemê 4/5/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de şerê pêkhateyan li Sûriyê û êrişên desthilata nû ya li Şamê li hemberî Durzî û Elewiyan û pêkhteyên din û daxwazên xelkê Sûriyê ji bo Sûriyeya dahatî hate gotûbêj kirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Herêma Kurdistanê (Mihemed Ala) di wê derbarê de ronahî xiste ser planên welatên zilhêz ên li Sûriyeyê û pêşeroja Kurdan û diyar kir ku Sûriyeyeke nenavendî baştirîn çareseriye ji bo Sûriyeya nû ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 

 XELAT