ROJAVA- Rêkeftina Şêx Meqsûdê

Endama desteya nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê li Herêmê (Zehiye Al Reşî), roja çarşemê 2/4/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de rêkeftina taxên kurdnîşîn yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ya Sûriyê ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bûne hate gotûbêj kirin, ew rêkeftina ku di navbera Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê û desthilata nû ya Sûriyê de hate îmza kirin û her weha çarenivîsa herêmên din ên Rojava wek Serêkaniyê û Efrînê û Girêsipî jî hatin gotûbêj kirin .

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

XELAT