Roja Cilûbergên Kurdî vejandina dîroka resen e

Roja Cilûbergên Kurdî vejandina dîroka resen e

Nivîskar: Hozan Efrînî

 

Dîroka cilûbergên kurdî ku cudabûneke pir heye li gel yên gelên din ên cîhanî, vedigere dîroka kurdî yê dêrîn ku di serdema  Hexamenişînan û Medan de, tê wê wateyê ku ji 700 berî zayînê ve cilûbergên kurdî hene.

Wek tê zanîn ku ahengkirin û şabûna bi roja cilûbergên netewî kurdî, bû ye karekî çandî li cem tevahiya gelê kurd û li her çar aliyên Kurdistanê.

Cilûbergên Kurdî ên resen, dema ku mirov vegere tabloyên wêneyan ên  dîrokê, tê dîtin ku piraniya wan tabloyên kevnar ên ji serdema Hexamenişîn û dewleta Medan in.

Li hemû dibistanên Herêma Kurdistanê, bi awayekî fermi roja cilûbergên kurdî tê pîroz kirin. Ji ber ku vejandina roja cilûbergên kurdî, tê wê wateyê ku vejandina çand û huner û wêje û kultura kurdî ya resene.

Çanda kurdî ya resen di vê rojê de, tê rojevê û gelê kurd bi dilxweşî vê rojê bi bîrtîne û cilûbergên kurdî li xwe û zarokên xwe dikin û ev roj 10-3- di her sale de, bû ye rênîşanderê parastina dîroka kurdî ji Medan heya roja me ya îro.

Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, piraniya xelkên kurd cilûbergên kurdî di hemû boneyên neteweyê û ên norma de jî lixwe dikin. Lê li Rojavayê Kuridstanê jî, bi heman awayî di rojên pîroz ên netewî kurdî de cilûbergên kurdî li xwe dikin, tenê li Efrînê cilûbergên kurdî hem di jiyanê de û hem di rojên pîroz ên kurdî de li xwe dikin. Li bakurê Kurdistanê jî, gelê kurd di rojên Newrozê û roja jinê de li ber dikin.

Her weha kurdên li welatên Ewropa û Amerîka û Austiraliya û Rûsiya tev cilûbergên kurdî resen li xwe dikin û aheng û çalakiyên netewî kurdî birêve dibin û pîroz dikin.

Şêwaza dirûna cilûbergên kurdî li gorî navçe û deverên Kurdistanê ne. Ên li şax û çiyayên Kurdistanê dijîn, cilên niv fereh li xwe dikin û ên li bajaran dijîn ên fereh li ber dikin. Lê hin jî hene li gorî xwe cilan û kincan didirûn, ê girîng ew e ku şêwazên kurdî bin.

Tê wê wateyê ku pir girînge gelê kurd, xwedî li çand û huner û wêjeya xwe derkeve û bi taybetî ziman û cilûbergên xwe ên netewî kurdî resen biparêze.

Dema ku mirovê kurd cilûbergên kurdî li xwe dike, yekser resentiya çanda kurdî tê bîra mirovan, parastina çand û huner û wêjeya kurdî, tê wê wateê parastina doza gelê kurd û rewabûna wê doza pîroz e.

Xelat