Li Stokholmê panelek li ser zarok û zimanê kurdî li diyasporayê birêveçû

Bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê, roja şemiyê 22-02-2025 li Pirtûkxana Kurdî li Stocholmê -Swêd, panelek bi navnîşana ( Zarok û Zimanê Kurdî li Diyasporayê) hate lidarxistin.
Panel bi hevkarîya Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê, Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Radyoya Aştî hate amadekirin.
Panel bi moderatorîya nivîskar û mamosteya zimanê kurdî Dilşa Yûsif û bi beşdarîya Alî Çiftcî (Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn), Haydar Diljen (mamostayê zimanê kurdî), Newzad Hirorî (Kitêbxaneya Kurdî) û Kawa Onatli (PukBooks) hate birêvebirin.
Her weha beyannameya Federasyona Zimanê Kurdî jî ku ji hêla serokê wê Mem Dogala ve hatibû amadikirin hate xwendin.
Gelek, nivîskar, rewşenbîr û dildarên zimanê kurdî beşdarî panelê bûn û bi pirs, nerîn û nirxandinên xwe panel dewlementir kirin.
XELAT/ Dilşa Yûsûf- Swêd
XELAT