NESEB PAYEYEK BÊHEMTA YE

Helbestvan: Ebdurrahîm İnanç
NESEB PAYEYEK BÊHEMTA YE
Mefaîlun mefaîlun feûlun
Hebû gundek ji van gundê memîran
Xwedî axa li nav êl û e’şîran
Dema axa di rokê rew nexweş ket
Hemû gundî bi yekcarê li ber ket
Belê axa rojek hat ser didanî
Dema ew mir ketin halê yemanî
Digotin bê mezin nabit bimînîn
Di gundî da yekê kêr bê tunînin
Bi şêwrê tev diçûn cem rêncberê gund
Kirin teklif bibit ew serwerê gund
Belê rêncber cewab da ez nikar im
Hema hindî mi dît ez zêdebar im
Kirîn israr ji bo bit serwerê wan
Bi serda çûn bi ilhah û bi lêdan
Belê rêncber hinek şart wî beyan kir
Ewî rewşa nekarînê eyan kir
Digot ka hûn kerek şamî werînin
Wî sih roja ji koxê derneînin
Di koxek dî mehînek ya kihêl bit
Bila sih roj êmê wê bê bedêl bit
Bidin wan rêsîyû ka û cehê sor
Mehek şunda ewan berdin bi dor dor
Dema j’koxê kerê şamî ku derket
Wi kir zir zir bîna rêxê bi ser ket
Ciran tevda dikir berbat bicarek
Heya nîn bû j’kerê reş biç û parek
Dema gundî kihêl j’koxê deranî
Diçû mergê wegerya ew giranî
Bibez çû hat dema bihna xwe berda
Diçû hindir ne qîr û ne hirên da
Binêrin hûn kesên gundî bibînin
Esîlzada bê esla jev derînîn
Ji bo meznahîyê şexsek divêtin
Xwedî esl û jîr û zana bibîtin
Bizanin ez ji bo vî karî nabim
Nikarim ez dibin vî barî rabim
Hezar taca ku danîn ser serê min
Dibit mînak ji bona min kerê min
Kesên gundî dema dîn hûnera wî
Dibûn teslîm ji bona şîreta wî
Bizanin ka bira ez çî dibêjim
Nekin bawer ku ez ezman dirêj im
Me ev dîtin hemû tevda li holê
Ne lazim “Behmurî”lê xit diholê
17/10/2024
Cizîr
XELAT