MIN DÎT WEXTÊ SEHER

MIN DÎT WEXTÊ SEHER

Helbest: Baqî Berûkî

 

 Min dît wextê seher, horîya dêmqemer

Ji bircê hate der, wekî find û fener.

Ronî da çar teref, dilbera sîngsedef

Sîne êm kir hedef,can li me kir telef.

Horîya bihuştê, derket seyr û geştê

Ji wê ve bimeş tê, ew xezala deştê.

Bimeş tê ew perî, zulfên reş du kerî

Pirr dîn kirin zerî, wekî min serserî.

Ew çavên reşbelek, ebrû lê bûn xelek

Ji vê xana felek, ewê kuştin gelek.

Ebrûhîlal şevê, kenê şêrîn devê

Gerden ji ya kewê, sewda kirim ewê.

Du biskên temberî, ser enya keverî

Berdane li berî, aqil  bir ji  serî.

Zerîya kofî kêl, narîna bisk bitêl

Xan û man û bi êl, şepal şeng û kihêl.

Bi bejn û qametê, husn û zerafetê

Lêv şîr û şerbetê, horîya cennetê.

Borîn çend sal û wext "Baqî" qet nedî bext

Dilê min yê mişext, wê jixwere kir text.

 

12/10/2022.Sêrt.

XELAT