Panela `Ji duh heta îro Rojnamegeriya Kurdî û karîgeriya wê`

Panela `Ji duh heta îro Rojnamegeriya Kurdî û karîgeriya wê`

Roja 22yê Nîsana 2026an 128. salvegera derketina Rojnameya Kurdistanê, yekemîn rojnameya kurdî ye. Bi vê boneyê Berpirsê ragihandina BANê rojnameger û Lêkolîner Ehmed Kanî ji kovara Xelatê re ragihand: Me ji Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ra pêşnîyaza çalakîyeka pîrozkirina Roja Rojnamegerîya Kurdî kir. Berpirsîyarên vê beşê pêşnîyaza me pejirandin.

Ehmed Kanî diyar jî kir û got: Me li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê, bi Doç. Dr. Vahap Coşkun ra li ser mijarê sihbet kir. Wî got ku ew di kare di panelê da bbibe axaftvan. Dîsa li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî em bi Doç. Dr. Zulkuf Ergun ra jî axivîn, wî beşdarîya panelê qebûl kir.

Kanî got jî: Em bi mamostayên Li Duhokê, Dr. Rewan Subhî û Dr. Dirbas Mistefa ra axivîn wan jî daweta me qebûl kir. Mijarên axaftvanan di afîşa panelê de hene. 

Panel wê roja çarşemê 22/4/2026 di demjimêr 2 piştî nîvro bi dema amedê li zanîngeha Dicleyê beşa ziman û wêjeya Kurd ji aliyê kek Ehmed Kanî ve were birêvebirin.

Ehmed KANÎ, xwendekarê doktorayê ye di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de li Zanîngeha Dîcleyê. teza xwe ya Masterê li Zanîngeha Mêrdînî bi navê “Analîzek li ser Rojnameya Kurdistanê (1898-1902)” nivîsandibû. Di sala 2019an da li Stockholmê, wek pirtûk ji alîyê Weşanxaneya Apecê ve hatibû çapkirin.

Xelat