Civîna Yekem a Komisyona Ragihandinê ya BANê

Civîna Yekem a Komisyona Ragihandinê ya BANê

Civîn roja pêncşemê (02.04.2026) Saet di 8ê êvarê da hat lidarxistin. Beşdarên civînê ev in: 1- Ahmed Kanî, 2- Aşna Hemze, 3- Dawid Çîçek, 4- Dr. Majid Hakki, 5- Haci Kardoxî, 6- Hejarê Şamil, 7-Kerem Tekoglu, 8- Mayana Hesen Nadirî, 9- Şêrzad Hamid, 10- Yucel Aslan

Ji Rohilatê Kurdistanê, Majid Hakki mafê axaftinê girt, xwe û karê Jîna Medyayê da nasîn. Got em dixwazin Zanîngehek online vekin, jiber akreditasyona dewletek lazim e, me hîn nikaarî em vekin, website me bi sê zimana (Kurdî, Înglîzî û Farisî) weşanê dike.

Hejarê Şamil pêşnîyaza Studyoyek hevpar kir. Got ku em hemû studyoyek hevpar bi hev ra saz bikin, da ku navendek xurt a neteweyî wek bi navê BANê bê sazkirin ku li hemû studyoyên me bê temaşekirin. Radyo Aştî û Jîna Medya jî vê pêşnîyazê pejirandin. Dr. Majid sazkirina studyoyek farazî bi şêwra hemû TVyan girt ser mile xwe. Bi hêvîya ku di demeka nêzîk da ev kar pêk were dê Kerem Tekoglu bernameyek li ser Xalid Begê Cibrî di 19ê Nîsanê da li ser Yekbûn TVyê pêşkêş bike.

Dawid Çiçek jî behsa malpera Xelatê kir û bernameya li ser Gelê Kurdistanê ku Hozan Efrînî bi navê “Rojeva Nû” her roja şemiyê 7ê êvarê amade dike kir.

Yucel Aslan jî balê kişand ser zelalîya bernameyan û got ku divê mijar yek be, mêvan yek be û daîmî be.

Mayana Hesen Nadirî jî balê kişand ser bernameyên bo zarokan.

Di dawîya civînê da Kak Şêrzad Hamid pêşnîyaza pêwendîyên li ser whatsappê kir. Me jî qe bûl kir.

02.04.2026

 

Xelat