Keça kurd a Enfalê behsa çîroka xwe ya dilhejîn dike

Keça kurd a Enfalê behsa çîroka xwe ya dilhejîn dike

Keça kurd a Enfalê behsa çîroka xwe dike

Çîroka dîtina keçekê di nav tawana Enfalê de

 

Rêveberê monumenta qurbaniyên Enfalê li devera Çemçemal (Habîl Hacî Ehmed) di raporteke agahdar de dibêje: “Dema ku me agahî û nimûneyên xwînê ji xizmên enfalkiriyên Çemçemal berhev dikir, jin û mêrek hatin cem me, ku kurdî nedizanîn biaxivin û bi Turkmanî diaxivîn.

Her weha (Habîl Hacî Ehmed) dibêje: "Keçkê bi çavên tejî hêstiran ji min re got ku, ew ji bo testa DNA'yê hatiye da ku kesûkarên xwe nas bike".

Min ji wan re got ku; Ev testa DNA`yê tenê ji bo xizmên mexdûrên Enfalê ye, ne ji bo we.

Ew jin di temenê gencî de bû bersiva min da û got; "Hûn dikarin ji min re bibin alîkar ku herim odeyekê û rûnim û li min guhdarî bikim?"

Dema em rûniştin û me guhdarî kir, keça ku min ew tirkmen dihesiband, axivî û got: Ez ji evera (Duzxurmatu)yê me û ev şeş meh in em zewicîn. Di sala 1988’an de di pêvajoya Enfalê de dayika min li girtîgeha (Merkez Şebab - navenda ciwanan) a Xurmatû di êşa ji dayikbûna min de bû, û pasevanan ji bo welidandinê ew birin nexweşxaneya Xurmatû`yê. Kesê ku wê rojê ji dayik dibe ew ez bûm.

Lê pasevanan diya min dîsa birin girtîgeha (Navenda ciwanan) û min bi cî dihêlin û jin û mêrek ku herdû perister in li wê nexweşxaneyê bûn xwediyê sê kuran bûm û ez birim û min kirin keça xwe û nasname ji min re deranîn û min dikin zarokê xwe û û piştre keçek wan jî ji dayîk dibe û em dibin dû xwîşk û sê bira.

Wê got jî: “wan tu carî neda rûyê min û min jî hîs nekir ku ez ne keça wan a rastîn im, min heta pola nehê ya dibistana seretayî xwend û niha li Xurmatû dikaneke min a kuaforê heye.

Habîl dibêje: “Min bi matmayî li wê guhdarî kir û ew çîroka jiyana xwe didomîne û dibêje; “Di dema daweta xwe de min bihîst ku xizmên xwe digotin ev ne keça rastîn a vê malê ye di dema xwe de ew xwedî kirine eve ji bo min şok bû, rojekê min li male fişareke mezin xiste ser dayîka xwe daku wan dengoyan ji bo min pişrast bike( Ma rast e ku ez ne keça te ya rastîn im?).

“Tevî hezkirina wê ji min re, zext, fikar û tirsa wê ya eşkerekirina rastiyê, di dawiyê de diya min axivî û ji min re got ku ev rast e û ji min re got: (me tu ji nexweşxaneya Xurmatû hilgirtiye. Rojekê mefrezeyeke serbazî ya Êraqê dayîka te bi êşa welidandinê anîn nexweşxanê û dema zarokê wê bû bilez ew birin girtîgeha (Merkez Şebab) ew dem di sala 1988’an dejin û zarokên kurd anîbûn wir û çend rojekê zîndanî dikirin.

Dayîka wê jêre dibêje: Me jî wê demê keç nebûn ez û hevjînê xwe em perister bûn li wê nexweşxanê me bihevre biryar da ,u em te bikin keça xwe û tu niha jî keça  meyî û bi bê tee z najîm.

Habîl dibêje, keçik berdewambû  di axaftina xwe û got: "Ez niha xwe pir û pir xerab hîs dikim. Ez hatime daku nimûneya xwîna min û testa DNA bo min bikin da ez bizanim ez keça kê me? Gelo dayîka min dijî yan na, bavê min kî be? Xwişk û birayên min kî ne? Xizmên min kî ne? Ez bi eslê xwe ji kîjan devera Kurdistanê me?.  "Ev û gelek pirsên din bi hêsirên wê re tevlihev bibûn.

Piştî kêliyek bêdengiyê; mêrê jina enfalê bêdengiya xwe şikand û got, "ji aliyê derûnî ve pir wêran e. rojane ricayê ji min dike daku bidûv pirsyarên wê de bigerim û em bi hawara we ve hatine taku ji vê zêdetir em bi van êş û azaran re nejîn.

"Min dizanibû ku ew zilam karmendek bû û rewşa wan a aborî baş bû, lê ew ji dîtina xizmên xwe qut bûn," Habîl got.

Habîl amaje bi wê yekê jî kir ku “Gelek caran em rûbirûyê çîrokên dilgiran dibin li monumenta Enfalê ya Çemçemalê, lê carna pirsên xizmên enfalkiriyan bê bersiv dimînin û tenê karê em bikin ku em hevparê xema wan bîn.

 

XELAT/ Ji Kurdistanî Nwê