Mizgîne hîroj?

Mizgîne hîroj?

Helbestvan: Bêçarê Kurd

 

Hîroj rondik dibarin

Nizanim çima dilo

Rast wê pêk werê ew roj

Em li bendêne gelo

 

Dergûş li benda bûnê

Hûn biparêzin vê xwînê

Baz difirin ji hêlînê

Guh nedin elo-xelo

 

Avildank va rijî ya

Li pêye ser mêjî ya

Jana dayik qijî ya

Bes bibin wek guh belo

 

Ev roj hebûn nemane

Kurd va dikin xuyane

Kurdistan b'me jiyane

Vê carê nabe welo

 

Bijîjkvan rûniştine

Çare li wêr dibîne

Dilo xwe bitebtîne

Ser mezin bikin hilo

 

Xinizan veçewrînin

Ji nav xwe bi derxînin

Ta ku ew xwe nebînin

Çav birçî û nefs çillo

 

Ev roja serkeftinê

Cîhan kir serebinê

Car din di destda tinê

Ev roja xweş qey wilo

 

26/04/2025-Kobanî

XELAT