Ciwan Hesen

Helbestvan: Ezîz Xemcivîn
Hozanê dil,
bi xar û lezê
çûyîn naye der vedigere,
keysa li hiş tê!
Her êvar,
bi hênikaya hestan re dê çend caran bipirsim ji aşleyên buhiştê!
Çi mêvan e,
bi hingiv jînê distirê,
torinê rojê ye,
xaçê helwestê dide ser pirîskê....
Gulanê,
dergeh ji birincê,
şahê şahiyan te ew dîl kir,
lê nizanim li kîjan kuncê!
Dem çerx e,
keleka windayî pirsên min bidûr dixîne,
li jêr fişara êşê tîp jihevketî dimînin....
Bi kû ve çû,
çima çû,
ji kîjan cihî çû?
Zîviranokê ew di çarika evînê de daçikand....
24.05.2025
Xelat