Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de- 1

Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de- 1

Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de .... Xeleka -1

Bizanin navê Mam Celal çiye û kê ew nav lê kiriye? 

Amadekirin: Rêbwar Star

Rewanşad Serok Mam Celal derbarê hindek aliyên jiyana xwe ji bo radyoya Malbenda Silêmaniyê axiviye.

Êvara roja 25/12/2000 heval Mam Celal di giftûgoyeke radyoyî de digel radyoya melbenda Silêmaniyê derbarê hindek aliyên taybet ên jiyana xwe ji bo guhdarên radyoyê axiviye, ew giftûgo demjimêrekê dirêj kiriye  û ev çavpêkeftin di demjimêr 11 pêş nîvro di sibeha yekemîn roja cejnê di radyoya melbenda Silêmaniyê de hatibû weşandinê.

 

Pirs: Em bizanîn navê sêyî yê Heval Mam Celal çiye?

Bersiva Mam Celal:

Navê min ê sêyî, Mam Celal kurê Şêx Husamedîn kurê Şêx Nurelah kurê Şêx Nûrî kurê Şêx Xefûr Talebanî ye. (li cihê sê min pênc piştên xwe ji tere gotin).

Pirsyar: Sala jidayîkbûna Mam Celal?

Bersiva Mam Celal:

Sala jidayîkbûna min, bi rastî bi tekezî nayê zanînê, dayîka min hezar rihmet lêbin, gundî bû, bavê min jî sala jidayîkbûna min nenivîsî bû , dayîka min jî her ewqas jê dizanî , dayîka min digot, piştî peydabûna (Filsê Sor) bi salekê ez jidayîk bûme, filsê sor jî di sala 1932`an peyda bûye, bi hisaba dayîka min jidayîkbûna min di sala 1933`an de bûye, dayîka min ew yek jî dizanî ku wextê ez ji dayîkbûme havîn bûye û ji wê zêdetir tiştek nedizanî. Hindek dibêjin sala 34`an û hindek jî dibêjin 32 û hin jî dibêjin 30 bûye, bi dîtina min jî sala 1933`an bûye, bi taybetî ku sala çûyîna min a dibîstanê jî ez hesab dikim ku min di sala 1941- 1942`an çûme dibîstanê dibê webe.

 

Pirsyar: Kî navê Mam Celal lê kiriye?

Bersiva Mam Celal:

Bavê min ez bi Mam Celal binav kirime û çîroka wê jî bi vî awayî bûye: 

Bavê min apek hebûye, navê xwe Celal bûye, jêre digotin Mam Celal, ew apê bavê min di ciwaniya xwe de miriye, ku ez jî di wê demê de liber jidayîkbûnê bûme, bavê min apê xwe di xew de dibîne ku sêvek daye bavê min, bavê min xewna xwe ji melayê gund re vedibêje û ew jî ravaya xewna bavê min dike û ji bavê min re dibêje (Kurekî te dê bibe), bavê min jî gotiye eger kur be ezê bi Mam Celal binav bikim û ez bûm û navê Mam Celal li min kir, bi navê (Mam Celal) ez binav kirim. Jiber wê yekê ji zarokatî ve navê min Mam Celal bûye, weku hindek kes hene nave wan (Babe Şêx, yan Kake Sûre, ez jî weha navê min (Mam Celal) e.

Pirs: Cihê ji dayîkbûna te?

Cihê jidayîkbûna min gundeke bi navê (Kelkan) ku dikeve binarê çiyayê Kosret ku rûyê wê li gola Dukanê ye.

.....Dewamî heye

Xelat/ Pirtûka: Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de

Ji Soranî/ Dawûd Çîçek