Şanda Rojavayê Kurdistanê serdana mezarê Mam Celal kirin

Şandeke bilind a Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê serdana mezarê rewanşad Serok Mam Celal kirin û ji aliyê endamên nûsîngeha Sekreteriyeta rewanşad serok Mam Celal Talebanî ve hatin pêşwazîkirin.
Di wê serdanê de şanda mîhvan desteguleke rêz û wefadariyê li ser gora rewanşad Serok Mam Celal danîn û peyama xwe li ser rol û pêgeha serok Mam Celal li Êraq û Herêma Kurditanê û navçeyê di deftera yadweriyan de nivîsîn ku têde xizmet û hewlên rewanşad Mam Celal yên ji bo pirsên netewî û Kurdistanî bilind nirxandin.
XELAT