Konê Reş ji Qamişlo bû mêvanê Xelata Kurmanca
Nivîskar û helbestvanê navdarê Rojavayê Kurdistanê (Konê Reş) bû mêvanê Xelata Kurmanca ya Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê û behsa dîwana xwe ya dawî ya ji bo zarokan ya bi navê (Qamişlo bo te silav) kir ku bi zimanê şêrîn yê Kurdî weşandiye.
Mamosta Konê Reş di destpêkê de derbarê rewşa rewşenbîrî û ronakbîriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê axivî û got: Bê goman di van 12 salên dawî de ew serbestiya zimanê kurdî di nav kurdên Rojava de bi hersê herêmên xwe ve, mixabin ku îro Efrîn dûrketiye, serbestiyek baş çêbû , ew sansor û qedexeya li ser hebûna zimanê kurdî nemaye, îro keç û xortên me bi geşbînî derin dibistana kurmancî û bi elfe beya latînî zimanê dayîk û bavê xwe dixwînin his û hestên xwe tînin der.
Diyar jî kir ku, berî van 10-12 salan ziman qedexe bû, me tiştek ji xwe re dinivîsand em rûbirûyê emniyetê dibûn û lêpirsîn çedibû, îroj ew sansora emnî (Hêzên Ewlekariyê ya hikûmeta Şamê) ku hebû nemaye, em bi azadî zimanê xwe dixwînin, bi zimanê xwe dikenin û bi zimanê xwe digrîn bi zimanê xwe dilîlînin…
Di demek nêzîk de emê hemû hevpeyvînê biweşînin…. Li bendê bin.
XELAT