Jivanê Kewê- Felsefa Jiyatiyê

Jivanê Kewê- Felsefa Jiyatiyê

Mamosta Elî Oremarî derbarê (Felsefa Jiyatiyê) de dibêje; li gorî lêkolerên sosyolojî jiyatî ewe ku heza takî ye bi jiyankirina digel komê re ye yan heza takî ye bi welatî ve yan xakê ve….

Nivîskar û Lêkoler mamosta Elî Oremarî ragihand ku, hemû lêkolînên ku li ser çemkê (têgeha) jiyatiyê yan (servebûnê) hatine kirinê ku gelo wateya jiyatiyê bi wateya welatîbûnê ya hevwelatîbûnê ye yan ji hev cudane, li gorî lêkolerên sosyolojî jiyatî ewe ku heza takî ye bi jiyankirina digel komê re ye yan heza takî ye bi welatî vey an xakê ve….

Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin li ser babetê (Felsefa Jiyatiyê ye) bi mêvandariya mamosta Elî Oremarî lêkoler û nivîskar.

Mamosta Elî Oremarî diyar dike ku cudahiyek heye di navbera têgeha (jiyatî – Întîma) û têgeha hevwelatîbûnê de çûnkî dibe ku kesek li welatekî xeynî welatê xwe regezaneya welatekî din wergire û bibe bi welatiyê filan welatî lê tu carî nikare wek hevwelatiyê rasteqîne erkên xwe li hember ax û gel û welat rabe an jî zêdetir pêve girêdana wî hebe…

 

Ji bo dîtina tevahiya bernamê vê lînkê bitikîne….

 

XELAT