Îbrahîm Ehmed ronakbîrekî mezinî Kurdistan bû
Nivîskar: Hozan Efrînî
Di dîroka gelen de, herdem kesayetiyan dîrok û mêjû dane nesandin û saz kirin.
Di dîraoka gelê kurd e jî, gelek kesayetiyên mezin hatine hole ku bûne xwedanê nivîsa dîrokê û serrastkirina dîroka gelê kurd a berê û niha jî. Mamoste Birahîm Ehmed jî, yek ji wan kesayetiyên mezinî kurd e ku dikarî dîroka kurdan ji nû ve serrast bike û bi nav bike. Mamoste Birahîm Ehmed gelek taybetmendiyên xwe hebûn ku ne tenê siyasetzan bû, lê ew helbestvanekî bi tiwane û zanîn bû, nivîskar bû, nivîskarekî bi hêz û pênûszan bû, romannivîs bû, lê romanzan û aram bû ku xwedanê romana pir bi navûbang (Jana Gel) bû.
Wek tê zanîn ku nemir Mamoste Îbrahîm Ehmed di sala 6-3- 1914`an de, li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê, di 8-4-2004`an de jî koça dawî kir, siyasetvan û nivîskar û helbestvan û ronakbîrekî mezinî Kurd bû.
Di siyasetê de, siyasetzan bû, di nivîsê de, nivîszan bû, di romannivîsê de, romanzan bû û di dîroka kurdan de, dîrokzan bû ku nasnameya wê ya rasteqîne ew e ku ronakbîrekî mezinî gelê kurd û Kurdistanê bû.
Di rojeke weke îro 8-4-2004`an de, nivîskar û helbestvan û romanzanê û rewşenbîrê û ronakbîrê mezin ê kurd mamoste Îbrahîm Ehmed di hemû warên jiyanê de kar û xebat û tekoşîn kiriye û bi taybetî di warê siyas û wêjeyî de, xwedî roleke mezin bû ye. Her weha ji bo yekrêzî û yekhelwêstiya kurdan jî xwedî erk bû ye.
Ronakbîrê mezin mamoste Îbrahîm Ehmed bi serê xwe dibistan û zanîngeh bû ye ku heya niha helbesta wî ya binavûbang (Her Kurd Ebin) ku piştî Ey Reqîb ew helbesta di nava gelê kurd e hatiye pejirandin û di asteke gelek bilind e ye.
Em vê roja xemgîn ku tê de, ronakbîrê mezinî kurd koça dawî kiriye, bi dilekî xemgîn bi bîrtînin û rewanşad û beheştdar be.
8-4-2026
Xelat
