HORÎ- Vegera koçberên Efrîn û Serêkanî û Girêspî

Bernameya Horî ya ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de îro 4/4/2026 hat weşandin li ser vegera koçberên Efrîn û Serêkanî û Girêspî bûye bo warên xwe.

Di hevdîtinê de her yek ji çalakvanê Kurd (Ehmed Xelîl) ku bi xwe ji devera Girêsipiye û li Silêmaniyê wek penaber dijî û çavdêrê Siyasî  (Mihemed Hesen) ji herêma Efrînê bûn mêvanê bernameyê.

Herdu mêvanan bal kişandin ser vegera koçberên Efrînê ku îro kerwanê duyemîn ku ji 200 malbatan pêk dihat vegerîn ser mal û mulkên xwe li herêma Efrînê û kar  xebat berdewamin ji bo vegera Serêkanî û Girêsipî jî li gorî rêkeftina ku di navbera desthilata Şamê û rêveberiya Kurdî de hatiye kirin.

 

Xelat