Heşt pirtûkên nivîskar Zeynelabidîn Zinar ji çapxaneyê derketin
Nivîskarê Kurd Zeynelabidîn Zinar di nivîseke xwe de li ser rûpela xwe ya torên civakî ragihandiye û dibêje, heşt pirtûkên Çîrokên Folklora Kurdî, îro ji çapxaneyê hatine û gehane destên min.
Got jî: Spas ji Xwedayê mezin re ku jimara pirtûkên min bi van heşt pirtûkan re, geha 169an.Ev heşt çîrokên folklorî ji aliyê stranbêjê Kurd rêzdar Cemal Hîştirekî ve hatine gotin. Ez bi sedê caran jê re spas dikim û serkeftin jê re dixwazim.
Kaxezê navê 80/gr û bi hawayê sererast hatine birrîn (linjefeber).
Forman pirtûkan 12x19 cm ye.
Jimara rûpelan di navbera 50 heta 80yî de ye.
Bergê pirtûkan 300/gr û rengîn e.
Ji ber ku ISBN´ya wan a Swêdê ye, wê bikevin sistema Pirtûkxaneya Qiraliyetê û li hemû welatên dinyayê jî belav bibin.
KÎ SOZ BIDE KU WÊ BIXWÎNE, EZ Ê pdf YA WAN JÊ RE BIŞÎNIM.
(bila meyla xwe bişînin virê: pencinar.z@gmail.com)
Navnasîna pirtûkan a di sistema swêdî de, ev e li jêrê:
- Elodizo, amadekar Zeynelabidin Zinar, Çîroka Folklorî, kurdiya kurmancî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm 2026, rûpel 62, ISBN 978 87787 65 2
- Bersêl Beg, amadekar Zeynelabidin Zinar, Çîroka Folklorî, kurdiya kurmancî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm 2026, rûpel 67, ISBN 978 91 87787 66 9
- Bajarê Sipî, amadekar Zeynelabidin Zinar, Çîroka Folklorî, kurdiya kurmancî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm 2026, rûpel 60, ISBN 978 87787 70 6
- Paşayê Bajarê Tahtfelahê, amadekar Zeynelabidin Zinar, Çîroka Folklorî, kurdiya kurmancî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm 2026, rûpel 56, ISBN 978 91 87787 71 3
- Mîrê Teyran, amadekar Zeynelabidin Zinar, Çîroka Folklorî, kurdiya kurmancî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm 2026, rûpel 26, ISBN 978 91 87787 67 6
- Şaqûlê Keman, amadekar Zeynelabidin Zinar, Çîroka Folklorî, kurdiya kurmancî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm 2026, rûpel 40, ISBN ISBN 978 91 87787 68 3
- Siyareş, amadekar Zeynelabidin Zinar, Çîroka Folklorî, kurdiya kurmancî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm 2026, rûpel 54, ISBN 978 91 87787 69 0
- Bajarê Sipî, amadekar Zeynelabidin Zinar, Çîroka Folklorî, kurdiya kurmancî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm 2026, rûpel 64, ISBN 978 91 87787 72 0
Silav û rêz, her şad û serkeftî bin.
07/ 03/ 2026
Xelat
