Freiheit – Azadî

Freiheit – Azadî

Nivîskar: İkram Oguz

 Bi alamanî Freiheit, ku kurdîya wê jî Azadî, navê pirtûka Rawêjkara kevn a Almanyayê Angela Merkel e.

Pirtûka Merkelê mehekî berê û di heman rojê da, bi 30 zimanan hate çapkirin.

Pirtûk ji roja ewil da, di rojeva hemû cîhanê da ciheke sereke girt û bi wê giranîyê nirxandin.

Pirtûka ku ji 736 rûpelan pêk tê, roja 27ê Sermawezê hate weşandin û di heman rojê da ji bo nasandina wê li bajarê Berlînê, li Tîyatroya Alman çalakîyeke balkêş hate lidarxistin.

Ji bo kesên ku beşdarî wê çalakîyê bibin, ji çend hefte berê da li ser înternetê firotana bilêtan dest pê kiribû û di demeke kin da jî xilas bibûn.

Wek tê zanîn zarokatî û ezebîya Merkel li Almanya ya Rojhilat derbas bûye.

Piştî yekbûna Almanyayê di sîyaseta Almanya ya yekbûyî da cîh digre, ku di 16 salên dawîyê da ew Rawejkarê Almanyayê bû û gor dilê xwe dest ji sîyasetê berdabû.

Bîranînên wê yên din pirtûkê cîh digrin, ji sala 1954an desto pê dikin û heta sala 2021an, ku dest ji sîyasetê berda be, dikude.

Pirtûk qasî naveroka xwe, bi dahatûya xwe jî di rojeva çapemenîya Alman da tê nirxandin.

Rojnameya bi navê Kölner Stadt-Anzeiger, dîyar dike, ku Merkel bi weşana pirtûkê va qezenceke mezin bi dest dixe, ku ew jî bi dehan mîlyonane û ev reqem jî ji bo bazara çapemenîya Alman reqemeke gelekî mezin e.

Rojnameya bi navê Tageşpiegel jî bi zelalî reqemek dîyar kirîye, ku gor wê Merkel bi weşana pirtûka xwe va 12 mîlyon euro qezenc dike.

Di vî warî da tişta ku herkes wek hev difikire jî ew e, ku Merkel dahatuya ji pirtûke were, berba nake.

Bêguman bala we kişandîye.

Siyasetvan û deshilatdarên rojavayî piştî destberdana ji karên xwe yên sîyasî, bi berfirehî bîranînên xwe dinivîsînin û ew li seranserê cîhanê jî belav dibin û tên xwendin.

Di nav sîyasetvanên rojhilatî da jî ew kesên ku bîranînên xwe nivaisandibin, hebin jî kêm in.

Jiber ku sîyasetvanên rojavayî di dema sîyasetvanî û desthiklatdarîya xwe da diz û çilpizîyê nakîn.

Rast û durust ji bo gelê xwe kar û xebatê dikin, bi mûçeyên ku mehane digrin, debara xwe dikin. Piştî destberdana ji sîyaset û deshilatdarîyê, rûdinên bîranînên xwe dinivîsînin û bi dahatûya wan mîlyonan qezenc dikin.

Bi wê qezencê jî waqifek ava dikin û bi wî rengî xizmetkarîya xwe ya ji bo gelê xwe kirine, didomînin.

Sîyasetvanên rojhilatî bîranînên xwe nanivîsin, jiber ku dizî û çilpizîya ku di dema sîyasetvanî û desthilatdarîya xwe da kirine, vedişêrin.

Ji bilî pereyên ku ji kasa dewletê didizin, navê xwe li zanîngehên dewletê dikin, ji kîsê dewletê li ser navê xwe weqifan va dikin û xwe wek xwedîyê dewletê û bavê gel nîşan didin…

Loma sîyasetvan û desthilatdarên rojavayî wek Merkel bi kar û xebatên xwe tên bibîranîn, yên rojhilatî jî bi dizî û çilpizîya xwe…

***

Pirtûka Merkel, Freiheit ya jî bi kurdî Azadî, ji weşanxaneya Kiepenheuer&Witsch va çapkirin.

Kiepenheuer&Witsch weşanxaneyeke çepê lîberal e. Heta niha ji bilî pirtûkên nivîskarên Alman, ku jimara wan sedan e, pirtûkên çar sîyasetvanên Alman ê  bi nav û deng jî çap kirîye.

Ji wan sîyasetvanan yek Rawejkarê berê Helmut Schmidtê sosyal demokrat, yên din jî Daniel Cohn-Bendit, Joschka Fischer û Robert Habeckê ji partîya keskan in.

Wek tê zanîn Joschka Fischer wezîrê derweyî welat yê berê, Robert Habeck jî ev çend sal e cîgirê Ravêjkarê Almanyayê ye.

Rojnameya bi navê Die Zeit, beri weşana pirtûkê bîranîneka Merkelê ya ji dema zarokatîya wê weşandibû. Di wê bîranînê da Merkel dibêje, ku ew di dema zarokatî û ezebîya xwe da, her salê carek bi malbata xwe ra li Berlînê çuye tîyatroyê. Ev Deutsche Theater (Tiyatroya Alman) ku çalakîya nasandina pirtûka wê tê da tê kirin jî, ji ji wan tîyatroyan yek bû ye.

Loma di rojnameyê da tê gotin, ku di roja nasandina pirtûka xwe da stêrka vê tîyatroyê Merkel bixwe ye.

Herwiha pirtûka Merkel bi deng jî hatîye weşandin.

Di pirtûkê da bîranînên Angela Merkel ji Corinna Harfouch va hatîye xwendin, ku Corinna Harfouch hunermendeka ji Tîyatroya Alman a Modern e.

Ew jî weke Merkel 70 salî ye û herwiha ew jî li Almanya ya Rojhilat mezin bûye.

Ji dawiya vê salê va Freiheit-Azadî ya Merkel di rojeva Almanyayê da cîhê xwe girt, xûya ye ew dê di rojeva cîhanê da jî cîhê xwe bigre…

 

25.12.2024

XELAT