Encûmen rêzê li muxtarê navçeya Hawane digire
Roja duşemê 30/3/2026 li ser vexwendina fermî ya Encumena Penaberên Kurdên Rojava - Sûriyeyê, şandeyek ji ofîsa Muxtarê devera Hawane li parêzgeha Silêmaniyê, ku ji herdu birêzan (Sîrwan Omar Wehab û Hawbeş Latif Hawani) pêk dihat, amade bûn.
Şanda mêvan ji aliyê Endamên Komîteya Rêveber a Encûmenê bi serokatiya rêzdar Hozan Afrînî, Seroka Encûmenê, bi amadebûna Nûnera Encûmenê li Devera Hawane (Xanim Gulizar), hatin pêşwazîkirin.
Piştî silav û danasînên di navbera aliyan de, Birêz Efrînî li ser navê xwe û encûmenê spasiya ofîsa Muxtaran kir ji bo piştgirî, hevgirtin û helwesta wan a bilind û dabînkirina piştgiriya madî û manewî ji bo penaberên Kurd ên Rojava ku wê deverê dijîn.
Ji aliyê xwe ve jî herdu rêzdaran (Sîrwan û Hawbeş) li ser kûrahiya têkiliyên xwe bi Kurdên Rojava re nîqaş kirin û dabînkirina alîkariyê wekî erkek neteweyî û mirovî hesibandin.
Encûmenê ji bo nasandina erk û xizmeta wan ji bo penaberên li Rojavayê Kurdistanê spasname û pêzanîn pêşkêşî wan kir. Birêz Efrînî her wiha soz da ku di zûtirîn dem de serdana ofîsa Muxtaran bike.





Xelat
