EHMEDÊ XANÎ Û NEWROZ
Nivîskar û Helbestvan: Merwan Berekat
Helbestvan û feylesofê Kurd Ehmedê Xanî ne tenê êş, azar û derdên Kurdan ên dema xwe diyar kirine û hin derman û çare jê re xuya kirine, lêbelê li ser şahî
û cejnên Kurdan jî axiviye.
Wekî ku di pirtûka xwe Mem û Zînê de çawa girîngî daye dewleteke kurdî û yekbûna Kurdan çareya
wê dewletbûnê dîtiye, herweha jî Newroz cejneke Kuran a neteweyî dîtiye.
Ehmedê Xanî bersiva ew kesên dîndar (oldar) ên ku li dijî Newrozê derdikevin daye. Di pirtûka xwe Mem û Zînê de weha dibêje:
Wextê weku şehsiwarê xawer
Te`hwîl-î dikir mahê Azer
Ye`nî ku dihate burcê sersal
Qet kes nedima di mesken û mal
Bilcumle diçûne der ji malan
Hetta digehişte pîr û kalan.
Nemir Ehmedê Xanî di wan sê malikan de balê dikişîne ser roja sersala Kurdan, ji aliyekî din ve
girîngiya Newrozê ji bo Kurdan diyar dike. Bi şêweyekî rasterast diyar û hem jî radigihîne ku sersala Kurdan di meha Avdarê (Adarê, Azarê) de ye. Jê bêhtir bi eşkerî ji
me re diyar dike ku sersala Kurdan di bîst û yekê Avdarê de ye, ji ber ku di wê rojê de roj û şev dibin wek hev. Ango ne roj ji şevê dirêjtir e, ne jî şev ji royê dirêjtir e. Herweha meha Avdarê di wê rojê de dest pê dike û roja yekem ji sala nû ye. Lewra navê Newrozê yê rast
Nûhroj e, ango roja nû ji saleke nû ye.
Di wan hersê malikên jor de, bi zelalî diyar dike ku Kurdan çawa Newroza xwe pîroz dikirin. Biçûk û navsal, her weha pîrejin û kalemêr tev ji gund, bajar û malan derdiketin û diçûn li xwezayê Newroza xwe ango roja yekem ji serê sala nû pîroz dikirin. Di wê rojê de şahî û aheng li dar dixistin.
Helbestvanê nemir, gewre û mezin Ehmedê Xanî li ser heman mijarê ango di derbareya Newroz û sersala Kurdan de didomîne û dibêje:
Roja ku dibûye `eydê Newrûz
Te`zîm-î ji bo dema dilefirûz
Sehra û çemen dikirine mesken
Beyda û demen dikirine gulşen
Xasima `ezib û kiçê di bakir
Elqisse cewahirê di nadir
Têk da di muzeyyen û mulebbes
Vêk ra li teferucê murexxes.
Helbestvanê me yê nemir Ehmedê Xanî di wan herçar malikan de ji me re diyar dike ku di wan deman de, gelê Kurd biçûk û mezin di roja Newrozê de derdiketin xwezayê. Bi şahiya xwe ya ji bo Newrozê deşt, newal, zozan û qûntarên çiya dixemilandin. Di wê roja pîroz de
bi şahî û kêfxweşî cejna hev pîroz dikirin.
i=========================i
Şiroveya hin peyvên ku di helbestan de hatine:
- `Eyd: Peyveke erebî ye, bi kurdî cejn.
- Te`zîm: Peyveke erebî ye, bi kurdî rêzgirtin, geredayîn.
- Dilefrûz: Dilxweşker.
- Sehra: Çol, gundewar.
- Çemen: Çîmen.
- Beyda: Deşt, beyaban.
- Demen: Qûntara çiyan.
- Gulşen: Baxçeyê gulan.
- Xasma: Nemaze.
- Kiç: Keç, qîz.
- `Ezib: Peyveke erebî ye, bi kurdî keçîn, nezewicî, neşûkirî.
- Nadir: Peyveke erebî ye, bi kurdî kêmpeyda, tiştê ku kêm heyî.
- Têk da; Bi hev re.
- Xwer: Rojhilat.
- Mah: Meh.
- Azer: Avdar, Adar, meha yekem a serê sala kurdî.
- Ye`nî: Peyveke erebî ye, bi kurdî ango.
- Burc: Qonax, her stêrkek ji duwazdeh stêrkan.
Xelat
