Dr. Ebdulezîz Fatimê bû mîvanê bernameya Jiyana Kurmancan

Mîvanê xelaka îro Dr. Ebdulezîz Fatimê bû ku doktorê çavan û neştergeriya çavan e û bi xwe ji Rojavayê Kurdistanê ye û niha li bajarê Hewlêrê dimîne beşdarî bernamê bû.
Bernameya jiyana kurmanca li ser kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê di beşa hunerê de ya danê sibehê de tê nîşandan.
Bername îro sibehê di demjmêr 11an de hate weşandin ku ji aliyê Roşîn Serêkaniyê ve hat pêşkêşkirin.
Dr. Ebdulezîz Fatimê behsa nexweşiyên çavan kir û bi taybetî di serdema îro de ku teknolojiya pêşkeftiye û ji zarokan û heya pîrejin û kalemêran telefonên mobayîl bikartînin û rênmayî û hin şîret ji bo parastina çavan pêşkêş kirin.
XELAT