DEWLETÊN ZOR DEST DIKIN VIRR Û QEST
Helbest: Hinara Tajdîn
Mîna kew, çêja, destên ne hêja,
Li ser rê, dirba, ketin ber derba,
Kela havînê, surr zivistanê,
Dil ket ricafê, seqem qiravê,
Ruh tev îsafê, dest ser Meshefê,
Xwer sund û atqet, niqitke taqet,
Kurdada hebe, ewê cî rabe,
Ber dijmin, hovan, çeqel û rûvyan
Xwîna me kişya, kes me nehesya,
Cîhan tev kerrin, yanêjî korin,
Zulma tê ser me, ne xeyal, xeme,
Xweday min Rebî, tû hêç xem nebî,
Binhêr zar û zêc, kirine dorpêç,
Bê xurek, bê av, nakin bez û rev,
Ew bi xwîna xwe, li ser axa xwe,
Ruh û can bidin, xaka xwe nadin,
Dayîk û dapîr, hakim, wezîr, mîr,
Dikine gazin, her dem daxwazin,
Axa xwe kurda, nadin nemerda,
Tû kes nanhêre, hêsir dibare,
Dibin behr û çem, tû kes nake xem,
Dijmin çi xêre, ew me dihêre,
Bila zanibin, xwe razî nebin,
Kurd bûne kulmek, hêz û qewatek,
Emê bê guman, dijmin xin riman,
Bikin qurbana wan şehîdana,
Xwîn me bikîşe, beden me bêşe,
Welatê şêran, mêrxas û mêran,
Bikin gulistan, bar, baxçe, bostan,
Şarûr û bilbil, bistrên eşqa dil,
Karên ku her cî, me hîştye nîvcî,
Bînin serastkin, nîşa dijmin kin,
Bi soz ser pişta kihêlên bozin,
Mîna bay bezê bînin ber xezê,
Bikine ser çok, bîr nekin Rabosk,
Dikin nale-nal, Şêrxan û Şengal,
Tên nalînên tel, jêdkin serên gel,
Efrîn û Koban em kirne reben,
Zarok ber sermê, hisreta germê,
Xweday minî heq, tujî hilde çek,
Ewan qeşmeran bavîje çeman,
Dewletên zor dest, dikin vir û qest,
Mafê azadyê nadin destên me,
Bi melhemên xwe qenckin êşa xwe,
Em kurd zor şêrin, egît, xweş mêrin,
We bawar nakin, nejî dixapin…
24-01-2026s.
Xelat
