XEWNA PÊŞWEXT

XEWNA PÊŞWEXT

Helbest: Zekeriya Efrîn

 

Li ser navê qedera min

     Gurzên li hevxistî

Di nava kel dûmanê de

      Teviz didan warê wendayî.....?

Çavên hêsir girtî

    Di nava xwînê de

      Can dida....!

Weyî xemgîniyê

    Nema tu kirasê

   Xwe  diçirîn î....?

Êdî ezê hêrsa xwe

    Li bayê vî zemanî bixim

Bila bikewe birîna pêş wext

       bila dilê we ne êşe

Hebûna we xewna min e .

 

....Qamişlo

 

XELAT