Helbesta Dilbikul ji bona Konê Reş

Helbesta Min a der barê Rêzdar Konê Reş de
Konê Reş…
Ronakbîrê me Kurda ye Konê Reş
Bizanin gelkê hêja ye Konê Reş
Ku Kurdistan welatê wî esasî
Lê ew xelkê Rojava ye Konê Reş
Welatperwer û kurdperwer û Kurdhez
Bo xelkê Kurdî Seyda ye Konê Reş
Dema pênûsê kar tînit bi rastî
Kulîlka baxê medya ye Konê Reş
Nivîsên wî dixwînim ez bi lezzet
Bi wî Qamişlo ava ye Konê Reş
Evîndarê Bedirxanên Cizîrî
Di der heq wan de zana ye Konê Reş
Belê her çendi hinkê kal bibit jî
Lê şêrîn şubhê helwa ye Konê Reş
Dixwazim ez temen gelkê dirêj bit
Ji Dilkul bo wî dua ye Konê Reş.
Dilbikul
Min dixwest der barê hemû edebiyatnasên Kurd de helbestan bihûnim, lê hinan destûr neda. Ji ber hinde min di nîvî de hêla.
XELAT