HOV VEKIŞIN, LI ROJAVA
Helbest: Siltana Memê
Ro digirî, naçe ava,
Zulm dibare, dikim lava,
Bela bide, Şems bêbava,
Hov vekişin, li Rojava.
Dil min sotin, zarok-sawa,
Kal, pîreka, keç û lawa,
Çirûsk vede, Agrê Kawa,
Hov vekişin, li Rojava!
Kafir, heram, wan beraza,
Bûne sebeb bext-miraza,
Dinalim tev, sîmê saza,
Hov vekişin, li Rojava!
Hê heznî me, bo Şengalê,
Dîsa dibhêm nalenalê,
Bese, wêran bikin malê,
Hov vekişin, li Rojava!
Welatê gul, şaneşîne,
Ax, teda tim mihêl, şîne,
Kî dibêje, ev çi kîne?
Hov vekişin, li Rojava!
15.01.2026s
Xelat
