Wateya navê gundê "Be'dîna" çi ye?

Gundê "Be'dîna". Behdîna/بعدينا
Be'dîn: Rengdêreke hevdudanî ye. Ji rengdêra sade "beh" û navdêra sade "dîn" pêk hatiye.
Behdîn: Dînê ku ji aliyê Zerdeşt ve hatiye damezirandin, bawermendên wî dînî. (Wateya kevnbûnê). Ev rengdêr ji gund re bûye nav.
Di devoka Çiyayê Kurmênc (Efrînê) de, di gelek rengdêr, navdêr û bêjeyan de dengê Kurdî "h" ê resen, bi dengê " ع " ê Erebî hatiye guhartin. Nimûne:
Pehn > peعn.
Çehv > Çeعv.
Kehnî > Keعnî.
Pehnî > Peعnî.
Di navê gundê "Behdîna" de jî, dengê Kurdî "h" bi yê Erebî "ع" hatiyê guhartin û "Beعdîna" tê lêvandin. Dibe ku ew guherîna di dema dagîrkirina dewleta Osmanî yan piştî talana îslamî çê bûbe.
Li Başûrê Kurdistanê herêma "Behdîna" heye. Ne dûr e ku niştecihên pêşîn ên gundê "Behdîna" yê Çiyayê Kurmênc ji wir hatibin û li ser navê wê bi nav kirine.
Gundê Behdîna, gundekî mezin ji yên herêma Çiyayê Kurmênc e. Bi ser navçeya Reco ve ye. Berî geliyê Tîra li aliyê çepê ye.
Nivîskar: Merwan Berekat
03. 04. 2025
XELAT