Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê destpê dike

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê destpê dike

3`emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” dê di navbera 7-14ê Kanûna yekem 2025 de bi pêşandana 84 fîlman derkeve pêşberî sînemahezan.

Festîvala filman dê di bin mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi rêveberiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîr ve pêk were.

Di festîvala ku amadekariyên wê qediyane de; bi pêşandanên fîlman, masterclass (dersa sereke), atolye, û hevpeyvînên bi beşdariya derhêner û tîmên fîlman re, bernameyeke 7 rojan a tijî dê pêşkêşî temaşevanan were kirin.

Her weha, ji bo piştgirîkirina senaryoyên fîlmên Kurdî, dê 15 senaryoyên fîlman ji bo Fona Projeyê ya Sînebîr pêşbaziyê bikin.

Xelat