RÊBAZ Û FELSEFE DI HUNERA M. ELÎ TICO DE

RÊBAZ Û FELSEFE DI HUNERA M. ELÎ TICO DE

Nivîskar: Welîd Bekir

 

Huner peyv e, spartina peyvê û bandûra wê:

Hunermendê hêja M. Elî Tico ne tenê dengbêjekî klasîk e. Tevî şehadeta gelek hunermendan, ew tembûrvanekî şaraza ye, û destpêkiya wî ya hunerî jî ji lêdana tembûrê dest pê kir, lê piştî wê yekê, xwe spart hunera dengbêjiyê heta ku tebûrvanê wî yê taybet çêbû.

Mirov dikare bibêje ku ew di bikaranîna peyvê de gelekî şaraza bû, û karîbû bi wê şawazê bandûreke mezin li gel bikira. Piraniya şopdarên hunera wî evîndarê gotin, şîret û pendên wî ne, ango peyvên wî ne, ta asta ku di nava gel de gotinên wî weke daraz, pend û şîret tên bikaranîn, weke mînak: "Heyatê dunyayê zoq û femkirin, edeb û nêrîn e".

Ji dewlemendiya xwezaya Çiyayê Kurmênc hunera xwe ava kir, ev yek jî zelal e, di her straneke wî de diyar dibe, peyvên mîna: "gêdûk, qumrî, çem, kanî, çiya, ordek, hesp, berf, ba, bilyan, genim, zêtûn, bihar, gelî û newal, gul û çîçek, hweş, cot, cotkar, ajotin,..hwd".

Rexnekirina aliyên civakî yên çewt: weke hezkirina pereyan, zilma li ser jinê, îxanet, hin kevneşopên şûnketî, gotegot, fitne.

Azadiya jinê: bi awayekî tund hewl daye ku jin ji kevneşopên civakê were rizgarkirin, û qeyd û bendên ku wê girêdidin werin qetandin. Di vê derbarê de dibêje: "Kes bi zorê stûyê qîzan bamedin! Zext û zilmiyê rakin!". Di gelek stranên xwe de cihekî bilind dide jina kurd, ev yek jî di strana "Anê Min Pê de", diyar e, gava ku wêrekiyê dide jina kurd ku çarenûsa jiyana xwe bi destê xwe dest nîşan bike, û di heman demê de xwediyê biryarê dîsa jin e, ku ew jî dê ye ne bav e. Ev yek dest nîşan dike ku civaka Efrînê di vê warî de ta astekê berî dema xwe ye.

Kurdewarî û çanda welatparêziyê: Bavê Elî, xwe weke kurê Kurdistanê bi giştî dibîne, lewma dil, hiş û çavê wî li her deverek ji Kurdistanê bû, gelek bûyerên Kurdistanî kirin mijara hunera xwe û bi deng û tembûra xwe tomar kir; mîna: "Leyla Qasim, Pêşmerge, Mistefa Berezanî, Dr. Ebdirehman Qasimlo, Ebdelah Ocelan, Gerêla, Helebce, Zîlan,.. "

Qehremanî: taybetmendiyên kesê qehreman dide nîşan, kurdê esîl û bi rûmet divê çawa be, dilsozî û pabendî bi rêgezên mêrantî û qehremantiyê dide diyarkirin. Bi wêrekî fikr û ramanên xwe pêşkêş dike, lewma jî rastî gelek astengiyan ji aliyê dewleta Sûriyê ve dihat. Qehremanî di her deverekê de heye, ne tenê di cengê de, lê belê di evîn, mêvanperwerî, danûstandinê û di kar de jî.

Deng û zimanê gel: her kes dikare ji zimanê wî fêm bike, ji rewşenbîr, cotkar, karker, keç, jin û zarok jî. Mijarên jiyanî dida pêş, rê û rêgez bi zimanekî sade û xwerû şîrove dike.

Resenî û esalet: ev jî nêzî rêgeza qehremaniyê ye. Reseniya di xwezayê û lawiran de şîove dikir û bi mirovan re dipîve. Dest datîne ser birînê.

Pêwîstiya belgekirinê: ev yek jî di dewlemendiya berheman de diyar dibe, ji ber ku didît ger ew hin bûyeran belge neke, ên winda bibin û tu kesî din ji bilî wî vê erkê hilnagire, lewma gava bûyereke girîng diqewimî ger li Kurdistanê be an li herêma Efrînê be, bê dudulî bal dikişand ser, bi rêya axaftinê an stranê, carinan jî bi herdu rêbazan.

Hunermendê hezkirinê ye: tenê ji bo hezkirinê dixebite, hezikirina mirov, welat, lehengiyê, xwezayê, duristiyê reseniyê, civakê û azadiyê, rê û regezên hezkirina rast dide diyarkirin, di vê warî di dibêje: "Hezkirinê ku wext pê derbas be, ew jê re nanêjin hezkirin.. Hezkirin! bila bi rastî be. Hezkirin! Ku tu omîdiyê jê bibirî tu yê omîdiyê ji dunyayê bibirî..! hezkirina bi rastî hebe meriv di umrê xwe dibore, ne di saetekê de, ne di mehekê de, ne di rojekê de, meriv qet poşmam nabe. Piştî wê hezkirinê dunya ne tişt e. Xezîna Sultan Silêman ne tişt e.. tenê hezkirina rastî ew tişt e." 

 

XELAT