Serokê YNKê: Gelê me ji cîhanê re got Kurd yeke

Serokê YNKê: Gelê me ji cîhanê re got Kurd yeke

Bafil Celal Talebanî serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê di peyamekê de pêşwazî li rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Şamê kir.

Eve jî naveroka peyamê ye:

"Ez pêşwaziyê li rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyê û dawîanîna aloziyan dikim. Hêvîdarim bibe destpêka misogerkirina mafên neteweyî yên hemû pêkhateyan bi taybetî gelê Kurd.

Ez spasiya Amerîka, Fransa û welatên garantor dikim û hêviya min ev e ku rêkeftin bibe sedema aramî û geşbûna Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê.

Ji nava dil spasdariya xwe pêşkêşî hemwelatiyan, bi taybetî ciwanên Kurdistanê û diasporayê dikim ku piştgîriya Rojava kirin û ji Cîhanê re gotin, Kurd yek e.

Hewldan û berxwedana birayê xwe General Mazlûm Ebdî ji bo mafê gelê me yê Rojava bibîrtinim û jê re dibêjim, ez bi te şanazim û weke hertim li pişta te me."

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê

Xelat