HELEBÇE
Helbest: Karîna Osêyan
Di nav êşên Helebçe de
Dilê min bû perçe-perçe.
Min gazî kir ber asmanê bêdeng:
Gelo çima ev qeder êş
Ser gundên Kurdan barî?
Roj di nîvro de tarî bû,
Asman wek dayikek girîya.
Bayê mirinê di kolanan re geriya,
Bêdeng kir dengê jiyanê.
Kulîlkên zarokan, bêguneh û nazik,
Wek stêrkên ji asmanê ketî,
Li ser erdê bêdeng man,
Di nav dûmanê reş û tarîtiyê de winda bûn.
Nalînên dayikan bilind bûn,
Erd û asman bi wan re şikestin.
Avên çavan bûn çemên êşê
Ku di dilê tarîxê de diherikin.
Gundên Kurdan wêrane bûn,
Kolanan bêdeng û vala man.
Tenê bîra wan rojên reş
Wek birînek li ser demê dimîne.
Lê Helebçe namire…
Navê te di dilê gelê me de dijî.
Tu bûyî şahidê êş û bîrê,
Birînek ku dem nikare sar bike.
Her car ku bayê li zozanê difire,
Dengê wan zarokan tê bîra me.
Ji xwelî û êşê
Dîsa jiyan radibe.
Xelat
